Sereke

Mehkema Avropayêye mafên mêriv wê şikyatên Ermenîstanê û Adirbêcanê gotûbêj bike

Palata Mezin, ya mehkema Avropayêye mafên mêriv wê şikyatên Ermenîstanê û Adiribêcanêye hindava hevduda anegorî konvênsîya mafên mêriv gotûbêj bike. Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî palata Mezin wê karên ortedewletîyê lêkolîn bike. Hatîye dîyarkirinê, wekî erze hîmlî girêdayîne opêrasîyonên leşkerîra, yên ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda qewimîne. Nava wan pirsada usa jî pirsên derheqa êrîşên ser merivên sîvîl, ser sîstêmên sîvîl û hebûna civakî, nêzîkbûnên xirabe hindava leşkera û binelîyên sîvîl, cîşihitandina binelîyaye bi destê zorê, yên ku piştî opêrasîyonên leşkerî qewimîne, wê bêne gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button