Sereke

Wezîrê Lîtvayêyî karên der daye bawarkirinê, wekî Yektîya Avropayê wê gavên praktîk girêdayî kirinên Adirbêcanêye li Syûnîkêra biavêje

Serokê parlamênta Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Lîtvayêyî karên der Gabrîêlîûs Landsbêrgîs hatîye. Derheqa wê yekêda Ararat Mîrzoyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
“Xêncî gotûbêjkirinên derheqa heleqetîyên dualîda, min derheqa kirinên Adirbêcanêye li ser sînor raber kirîye û çawa bersiva wê yekê, Landsbêrgîs xemgînî girêdayî halê pêşdahatîra elam kirîye û bi hêvîdarî gotîye,wekî girêdayî vê yekêra Yektîya Avropayê wê gavên praktîk biavêje”,- Mîrzoyan nivîsîye.Em bêjin, wekî dêlêgasîya bi serkarîya serokê parlamêntê Ararat Mîrzoyan ji 11-ê gulanêda,bi seredana fermî, li Lîtvayêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button