Sereke

Ermenîstan hêvîdare wekî Adirbêcanê guh bide bangên navnetewî, wê hal diha sert neke, wê hêzên xwe ji têrîtorîya Ermenîstanê bide derxistinê

Komara Ermenîstanê li ser wê birîyarêye, wekî wê hemû mecala bide xebtê, ku yektîya têrîorîyayên xwe bide çareserkirinê. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê girêdayî bersivên navnetewîra, yên dora halê li ser sînor, gotîye.
“Ez careke mayîn didime dîyarkirinê, wekî alîyê azêrîya ketîye topraxa Ermenîstana serbixwe. Em bangên hevalkarên xweye navnetewî bilind qîmet dikin, yên ku bona Adirbêcanêne û bi kîjana dibêjin, ku hêzên xwe ji Ermenîstanê derxin.Wezîreta Ermenstanêye karên der hêvîdare, wekî alîyê azêrîya wê guhdarîya van banga bike û wê hal diha zêde nede sertkirinê”,-berdevka wezîretê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button