Sereke
Sêkrêtarên Ermenîstanê û Rûsîyayêye şêwirên bêqezîyabûnê halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya gotûbêj kirine
Xeberdana bi têlefonê di navbera sêkrêtarên şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryane tevî hevalkarê wîyî rûs Nîkolay Patrûşêv derbaz bûye. Alîya halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya gotûbêj kirine. Armên Grîgoyan cedandinên alîyê rûsaye aktîv bilind qîmet kirîye. Xeberdan usa jî derheqa civîna 19-ê gulanêye li Duşembê, ya wezîrên welatên endamên Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve karên der, girîng hesab kirine. Girêdayî halê pêşdahatîra, Grîgoryan derbazkirina civîna komîtêya sêkrêtarên şêwirên welatên endam girîng hesab kirîye.