Sereke

Xerîta ştaba sereke, ya hêzên Sovyêtê dide kifşê, wekî kenarên gola Reşe rojavayê, başûr û rohilatê yên Ermenîstanêne

Xerîta hêzên Sovyêtêye sîlihkirî ji alîyê Armênprêssêda hatîye raberkirinê, anegorî kîjanê kenarên gola Reşe rojavayê, başûr û rohilatê bi temamî dikevine nava sînorên Ermenîstna Sovyêtê. Nêzîkî deh selef yê alîyê kenarê bakûr dikeve nava  têrîtorîya Adirbêcana Sovyêtê. Gola li rex jî bi temamî dikeve nava têrîtorîya Ermenîstana Sovyêtê.Nava dokûmêntada jî îzbat bûye, wekî Komara Ermenîstanê peyîhatîya Ermenîstanê Sovyêtêye. Nava 3O-î salên dawîda di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xebatên dîyarkirina sînora û başqekirina wan nehatine mîyaserkirinê.Bo wê yekê jî xerîtên ştaba sereke, ya hêzên Sovyêtêye sîlihkirî yên rastin.Bo wê yekê jî hazirîya hêzên azêrîyaye li alîyê beşên golêye başûr û rojhilatê, neqanûnîye û ew pirs nayê gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button