Sereke

Nîkol Paşînyan derheqa halê sînorên Ermenîstanêda xeberdaye

Îro wextê civîna hukumatê , borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa halê li ser sînorê ermeîya-azêrîya xeberdaye.

“ Li qezayên Gêgarkûnîkê û Syûnîkê, li wan beşên sînorê  ermenîya-azêrîya, hal nehatîye guhartinê û dîsa wî cûreyî sert dimîne. Li wir  ji 5OO-î hetanî 6OO azêrî hene”,-Paşînyan gotîye. “Ji alîyê sîyasîda, gerekê îzinê nedin wekî hal ji bin kontrolê derkeve bona ku pevçûyînên leşkerî tunebin û ya duem ewe, wekî leşkerên azêrî ji têrîtorîya Ermenîstanê derkevin”,-Paşînyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî wî alîda xebata dîplomatîye mezin hatîye kirinê û tê kirinê: “Şedetîya wê yekê ewe, wekî niha cîhê wezîreta karên der valaye, çimkî hevalkarên meye ji wezîretê wê xebatêva mijûl dibin.  Hetanî niha xebata dîplomatîye kirî ez çawa ya kardar hesab dikim û dixwezim bêjim wekî ne tenê hevalkarên meye ji wezîreta karên der dixebitin, lê usa jî wezîreta parastinê, cîgirên serekwezîr xebatê mîyaser dikin.Ez wê yekê çawa  tiştekî açix hesab dikim, çimkî tabîyên hevalkarên meye navnetewî tevî tabîya me hev digrin wekî wekîlên hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî gerekê ji têrîtorîya Ermenîstanê derkevin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button