SerekeSîyasî

Paşînyan û Pûtîn dora mêtodîka helkirina pirsa li ser sînorê ermenîya-azêrîya ser fikirekê bûne

Di navbera borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê  Vladîmîr Pûtînda 19-ê gulanê axaftina bi têlefonê derbaz bûye.Ji Armênprêssê ragîhandine wekî Nîkol Paşînyan halê li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî hêzên azêrîya dijî normên mafê navnetewî derktine û û têrîtorîya Ermenîstana serbixwe teribandine.

Borcirê serekwezîrê Ermenîstanê bona wê yekê razalixî elam kirîye, wekî van roja ji alîyê Rûsîyayêda cedandinên mezin hatine xebitandinê, yê ku bona qewînbûnê û aramîyêne.

Herdu alî jî dora rêyên helkirina pirsê û mêtodîka wê li ser fikirekê bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button