Sereke
Pêşîya dîyarkirina sînora hêzên azêrîya gerekê ji têrîtorîya Ermenîstanêye serbixwe derkevin: Armên Grîgoryan
Çawa bersiva pêşnîyara Rûsîyayêye derheqa dîyarkirin û kişandina sînora, pêwîste ku hêzên azêrîyaye sîlihkirî ji têrîtorîya Ermenîstanê derkevin, peyî kîjanêra wê qewil bêne sazkirinê bona ku gotûbêjkirin bêne derbazkirinê. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan elam kirîye, dema ku ewî bersiva pêşnîyara Rûsîyayê daye. Armên Grîgoryan gotîye, wekî 18-ê gulanê alîyê rûsa pêşnîyar kirîye ku gerekê xebatên dîyarkirin û kişandina sînora destpêbin. Ewî daye dîyarkirinê, wekî alîyê ermenîya cedandinên alîyê rûsa bilind qîmet dikin û bi wê yekêva tevayî daye dîyarkirinê, wekî xweykirina yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê nikare bibe têma gotûbêjkirinê.