Sereke

Beşeke hêzên Adirbêcanê ku ketibûne têrîtorîya Ermenîstanê, paşda vegerîyaye li ser tabîyên xweye berê: wezîreta Ermenîstanêye parastinê

Halê ku piştî provokasîyonên hêzên Adirbêcanêye li ser sînorê ermenîya-azêrîya sazbûyî, anegorî halê 23-ê gulanê qewîn bûye, pevçûyîn tunebûne. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elamî Armênprêssê kirine.

“Êvara 22-ê gulanê, beşeke hêzên Adirbêcanêye ku ketibûne têrîtorîya Ermenîstanê, paşda vegerîyaye ser tabîyên xwe. Înformasîyayên derheqa wê yekêda wekî li qeza Syûnîkê, li ber gola Reş, ji hezarî zêdetir  leşkerên azêrîya hene, ne anegor rastîyêne”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.Pareskerên ermenî hal bin kontrolêda xweyî dikin û leşkerên azêrîya dorgirtîne.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button