Sereke

Gotinên derheqa teslîmkirina têrîtorîyada nerastin: dokûmênta ku tê gotûbêjkirinê, derheqa çidane?

Du roj pêşda nava malperada derheqa dokûmênta derheqa sazkirina komîsîya sêalîda hate raberkirinê û ji alîyê  hinek doranada bi zanebûn raberî civakê kirin, wekî çend gundên Ermenîstanê yên Adirbêcanêne û wekî qayîlnivîsara derheqa dayîna wan gundada hatîye qebûlkirinê. Bi rastî nimûna dokûmêntê nava malperada belav bibû, ya ku ji alîyê Nîkol Paşînyanê serekwezîrda hate îzbatkirinê çawa dokûmênta xebatêye li ser  sivirê. Pêşda hate texmînkirtnê, wekî komîsîya bona dîyarkirina sînora tê sazkirinê. Dokûmênta belavbûyî bona hemûya jî vekirîye û hemû kes jî dikare bê ser wê fikirê, wekî ew tenê derheqa rastkirina sînoradane.Hemû gotinên mayîne derheqa teslîmkirina têrîtorîyada derewin. Bi gotina serekwezîr wekî ew dokûmênt tenêye, anegorî kîjanê gerekê bixebitin, lê hinek doranên sîyasî bi aktîvî wê feşkirinê belav dikin. Angorî elametîya sêalî meriv tê ser fikirê,wekî xalên derheqa teslîmkirina gundada tunene. Guhartina sînora, anegorî konstîtûsîya Ermenîstanê, tenê bi rîya rêfêrêndûmê tê kirinê. Xeberdanên derheqa naskirina sînorên Adirbêcanêda yên rast nînin, çimkî sînorê tevî Adirbêcanê îdî sala 2O1O-a hatine naskirinê.Xêncî wê yekê sala 1991-ê, wextê qebûlkirina dêklarasîya derheqa sazkirina Hevalbendîya Welatên Serbest hemû welatên endam ew yek qebûl kirine, wekî sînorê hev nas dikin. Mîyaserkirina mafê xweqirarbûna Arsaxê pirsa Ermenîstanêye sîyasîya dere û vî alîda nava tabîya Ermenîstanêda guhartin tunene. Kişandina sînora ne tenê bona Adirbêcanê, lê usa jî bona Ermenîstanê girînge.Çi ku derheqa îmzekirina dokûmêntêdane, alîyê ermenî li ser wê tabîyêye, wekî Adirbêcan gerekê hêzên xwe ji têrîtorîya Ermenîstanê derxe. Alîyê ermenî wê elametîya belavkirî wê îmze neke, çimkî Adirbêcanê hêzên xwe hê paşda nebirine.

                                                         Movsês Harûtyûnyan

Zêdetir nîşan bide
Back to top button