Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstan”-ê: Adirbêcana îroyîn peyîhatîya Adirbêcana Sovyêtê nîne

“Roja îroyîn bi aktîvî pirsa mîyaserkirina xebatên dîyarkirina sînora yên Ermenîstanê û Adirbêcanê, tê raberkirinê. Adirbêcan dicêribîne sînorê ermenîya-azêrîya li ser hîmê sînorê hêna Sovyêtêye admînîsratîv bide dîyarkirinê.Rojnama “Komara Ermenîstan”-ê tevî serokê înstîtûta lêkolînîye “Arsax”-ê, hiqûqzan Avêtîk Harûtyûnyan qise kirîye. Bi gotina wî, gelek xerîte hene, yên ku didine kifşê,wekî tu welatek nikare ji Ermenîstanê dewa têrîtorîya bike. Dewekarîyên Ermenîstanê û Arsaxêye hindava Tirkîyayê û Adirbêcanê hene.

“Nava konstîtûsîya Adirbêcanêda nivîsare, wekî Komara Adirbêcanê peyîhatîya Komara Adirbêcanêye  28-ê gulana 1918-a, hetanî 28-ê nîsana sala 192O-ye. Heger Adirbêcana îroyîn peyîhatîya Adirbêcana Sovyêtê nîne, wî çaxî çawa dikarin dewa têrîtorîyayên Ermenîstanê bikin. Bo wê yekê jî ew ne peyîhatîya Adirbêcna Sovyêtêye û nikarn hevraxeberdana tevî wê derbazkin û serbara serda jî sînora bidine dîyarkirinê”,-Avêtîk Harûtyûnyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button