Wezîreta Rûsîyayêye karên der: heger Tirkîya aram nabe emê zordarîyên wane dijî kurda bîr bînin
Tirkîya bi dereca fermî dîsa pirsên usa pêşda dikişîne, yên ku ne anegorî sîyasîya Rûsîyayêne, dîrokêva girêdayîne û derheqa organîzeyên êksrêmîstîdanin, yên ku li Rûsîyayê qedexekirîne. Bi elametîya anegorva, wekîlê wezîreta Tirkîyayêye karên der Tanjû Bîlgîç pêşda hatîye û girêdayî wê yekêra xeberdaye, ku çawa wextê şerê hemdinîyayêyî duem beşeke binelîyên Qrîmê ji alîyê dewleta Sovyêtêda hatîye sirgûnkirinê.
“Em êşa tatarên Qrîmê û miletên Qafqasîyayêye bira paravedikin. Em bi qedir her yekî bîr tînin, yên ku wî çaxî hatine kuştinê”,- Bîlgîç gotîye. Xêncî wê yekê ewî împêratorîya Rûsîyayê gunehkar kirîye, wekî 157 sal pêşda ewê axa miletên Qafqasîyayê “dagir kirîye”.Bersiva vê elametîyê wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê daye.Ewê gotîye, wekî Enqera fermî dîsa dicêribîne bûyarên dîrokî bi armancên xwe pêşda bikişîne, yên ku anegorî berjewandîyên Tirkîyayêne.Zaxarovayê gotîye, wekî ev bûyarên sedsalên 19-a û 2O-î halê nihava girêdayî nînin û usa jî komara Qrîmê, Qafqasîya bakûrva jî girêdayî nînin. “Li Qrîmê qanûndarîya Rûsîyayê kar dike, anegorî kîjanê mafê mêriv, azaya mêriv anegorî normên navnetewî tên xweykirinê”,-Zaxarovayê gotîye.Zaxarovayê usa jî daye dîyarkirinê, wekî li Tirkîyayê pirsgirêkên êtnîkî û ruhanî çawa têma sert dimîne. “Tirkîya gerekê bi xwe pirsên xwe helke û borcdarîyên xwe biqedîne. Heger axaftina wî cûreyî berdewambe, emê jî mecbûrbin guhdarîyê bidine ser pirsgirêkên Tirkîyayê”,-wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der gotîye.