Ara Ayvazyan tevî baylozên welatên hemsedirên koma Mînskê halê li qezayên Ermenîstanêye li ser sînor gotûbêj kirine
Borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan 24-ê gulanê baylozên welatên hemsedirên koma Mînskê Sêrgêy Kopîrkîn /Rûsîya/, Conatan Lakot /Fransîya/ û Lîn Trêysî /ŞAY/ qebûl kirine. Xeberdan derheqa pirsên hemtêksta dew-doza Qerebagê, bêqezîyabûna herêmê û aramîyêda çûye.
Wextê hevdîtinê halê li qezayên Ermenîstanêye li rex sînor pêşdahatî hatîye gotûbêjkirinê. Borcbirê wezîr bûyarên van axirîya raber kirîye û daye îzbatkrinê, wekî Ermenîstan hazire pirsê bi rîya sîyasî-dîplomatî helke.Borcbirê wezîr gavên dijî têrîtorîya Ermenîstana serbixwe avîtî çawa tiştê îzinnedayînê hesab kirîye û daye dîyarkirinê, wekî hêzên azêrîya gerekê lez ji topraxa Ermenîstnê derkevin, bona ku hal sert nebe. Tevbûên hevdîtinê fikir dora gavên bona vê yekê pevguhartine.