Sereke

Arsax gerekê ji hemû tiştî jortirbe: Davît Babayan derheqa dokûmêntêda gotîye

Wedeyê bide kifşê, ku îmzekirina dokûmênta nû wê çi bide Ermenîstanê û Arsaxê.Fikira wî cûreyî wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan, wextê hevpeyvîna tevî Spûtinîk Armênîyayê elam kirîye, dema ku ewî derheqa wê dokûmênta nûda gotîye, kîjanê Nîkol Paşînyanê borcbirê serekwezîr gerekê îmzeke.

“Pirsgirêkên meye tevî Adirbêcnê hene û ew yek gerekê bibe pirsa hevraxeberdanên wededirêj. Ez diwekilînim, sînor, Arsax, statûsa Arsaxê, topraxên dagirkirî, ev hemû tişt pirsgirêkin, bona kîjana wede lazime”,-ewî gotîye.

Babayan nikare bersiva wê pirsê bide ku gelo heyîna Arsaxê dikeve bin qezîyayê.Fikira wîra derbaz nabe, ku şuxulkarekî sîyasîyî usa hebe, yê ku Arsaxê û topraxên okûpasîyakirî wê çawa beşa Adirbêcanê naske. Bi fikira wî gerekê gelekî fesalbin, û gerekê bîr nekin wekî Adirbêcan borcdarîyên xweye anegorî dokûmênta 9-ê mijdarê naqedîne.

“Hûn dibînin ku Adirbêcan sîyasîya çi cûreyî hindava dîlada mîyaser dike, sîyasîya çandîye çi cûreyî li wan topraxa mîyaser dike, ku ermenîtîyê bide tunekirinê.Ev hemû tişt dide kifşê, ku Adirbêcan kîye”,-Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button