Sereke

Gelo piştî şerê hemcîhanêyî duem meriv dikaribûn tevî Hîtlêr bona aramîyê pevketana?: Tatêvîk Hayrapêtyan

Wekîlê parlamênta  Avropayê  Pol Gavan, wextê civîna komîsîya merivên cîşihitandî û mîgrasîyayê derheqa seredana li Ermenîstanê û kardarîya wêda xeberdaye. Derheqa wê yekêda parlamêntvana ji fraksîya “Gava min” Tatêvîk Hayrapêtyanê nivîsîye.

“Raportkir daye dîyarkirinê, ku ew çawa rastî malbetên dîlên ermenî û mihacira hatîye. Gavan daye kifşê, wekî seredana li Qerebagê gelekî girînge û nenihêrî wê sîyasîya serbest, seredana li Arsaxê gerekê rastî çetinaya neyê. Min da dîyarkirinê, wekî pirsa dîlên ermenî dîsa çawa pirseke girîng dimîne û serokê parlamênta Adirbêcanê rêzolyûsîya parlamênta Avropayêye van axirîya çawa “parçekî  kaxez” nav kirîye, bi kîjanê Avropa bang dike, ku hemû dîlên ermenîye leşkerî aza berdin.Ev yek dide kifşê, wekî Bekûya resmî çi cûreyî nêzîkî bangên civaka navnetewî dibe û bo wê yekê jî gerekê vê pirsê lez bidine helkirinê. Paşê xeberdan derheqa halê li Syûnîkê, provokasîyonên ji alîyê Adirbêcanêda çûye.Tabîya Ermenîstanê zelale, leşkerên azêrî gerekê ji têrîtorîya Ermenîstana serbixwe derkevin. Aramî tenê xeber nîne, gerekê xebat bê kirinê, lê kirinên Adirbêcanê berbi aramîyê nabin. Niha pirsê bidine xwe, gelo piştî şerê hemcîhanêyî duem meriv dikaribûn tevî Hîtlêr berbi aramîyê biçûna?”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button