Hevraxeberdanên dora pirsa gola Reş berdewam dibin
Niha tu dokûmêntek nayê îmzekirinê û ber çava nîne. Hebûye dokûmênta xebatê, derheqa kîjanêda borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê li parlamêntê gotîye. Derheqa wê yekêda borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Sûrên Papîkyan gotîye rojnamevana. “Niha tu dokûmêntek tune. Dêmek, her pêşnîyareke ku dikare ji alîyê welatekî sisîyada bê bihîstinê, yan jî li ser kaxez bê dîyarkirinê, him bona alîyê mayîn û him jî bona me nade kifşê ku heger ew kaxez wî cûreyî hatîye stendinê, usaye ew yek bona me tiştê qebûlkirinêye?”,- Sûrên Papîkyan gotîye û serda zêde kiriye, wekî ev prosês ya xebatêye û tu qewilekî bona îmzekirina dokûmêntê tune. Ewî daye dîyarkirinê, wekî niha hevraxeberdan berdewam dibin. Niha usa jî hevalkarên rûs tevî wan hevraxeberdana dibin.