Ermenîstan hesab dike wekî diqewime bi xala peymanêye çara jî berbirî Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bibe: katibê şêwira bêqezîyabûnê

Ermenîstan hesab dike wekî diqewime bi xala peymanêye çara jî berbirî Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bibe. Derheqa wê yekêda katibê şêwira bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye.
“Borcdarîya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv heye ku ew mîsîya xwe bişîne li zona dew-dozê, yan li wî welatî, bona ku mîsîya anegor hal qîmetke.Em hêvîdarin wekî organîzeyê mîsîya xwe bişîne. Bûyara li ser sînor qewimî, şedetîyê dide wekî organîze borcdare şuxulkarîyê bide lezêxistinê. Rêyên dîplomatîye bona helkirina krîzeyê xilaz dibin û halekî usa pêşda tê, ku bi xala peymanêye çara berbirî organîzeyê bibin”,-Grîgoryan gotîye.Em bêjin,wekî xala peymanêye çarada nivîsare, ku heger welatekî endam tê êrîşkirinê, ew yek tê hesabê çawa agrêsîya dijî hemû welatên peymanê.