Sereke

Bona me pêşnîyara hemsedirên koma Mînskê ya derheqa kêmkirina halê li ser sînorê ermenîa- azêrîya ya qebûlkirinêye: Paşînyan

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya û gavên helkirina pirsgirêkêda xeberdaye. Derheqa wê yekêda ewî wextê hevdîtina tevî bijarvanên mehela Yêrêvanêyî  Nork-Maraşê gotîye.Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî niha li hinek beşên sînor mecala rastkirina hal heye.

“Van roja cêrge hevalkarên me bi elmetîyava pêşda hatine û ez dixwezim razalixîyê elamî hemû hevlkarên meye navnetewî bikim, bona wê yekê ku ew bi guhdarî dîna xwe didine hal.Ez dixwezim razalixîyê elamî hevalkarên meye Rûsîyayê, welatên koma Mînskêye mayîn, Fransîyayê û ŞAY bikim.Ez usa jî dixwezim razalixîyê elamî parlamênten Avropayê, Kanadayê,  Hindistanê û welatên mayîn bikim, yên ku bersiva vê yekê dane. Ez dixwezim guhdarîyê teglîfî li ser elametîya koma Mînskêye belavkirî bikim. Dixwezmi bêjim, wekî ez wê elametîyê silv dikim û dibêjim, wekî prînsîpên nava wê yekêda bona me yên qebûlkirinêne”,- Nîkol Paşînyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî hemsedirên koma Mînskê bang kirine ku bona sistkirina halê li ser sînor gavên lez bêne avîtinê.Em hîvîyêne, wekî hemsedirên koma Mînskê wê tevî Adirbêcanê pevk’etinê dest bînin  bona ku bi hevra eskera paşda vekişînin.Xeberdan hîmlî derheqa beşa li Sotk-Xoznavanêye, li kîderê ji 12-ê gulanêda hal serte. Em hazirin bin bandora hemsedirtîya koma Mînskêda, hema ji wêderê, xebatên rastkirina  xalên sînor  destpêkin û em hazirin şuxulkarîya hevraxeberdanên pirsa Qerebagê bidine dasekinandinê”,- Paşînyan gotîye û daye dîyarkirinê, wekî nava elametîya hemsedirtîya koma Mîskêda usa jî derheqa dîlên leşkerîda hatîye dîyakirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button