Sereke

Dema ku hêzên Adirbêcanê ji têrîtorîya Ermenîstanê derkevin, pirsa rastkirina xalên sînora wê bê gotûbêjkirinê: Mhêr Grîgoryan

Pirsa rastkirina xalên sînorên ermenîya-azêrîya dikare tenê wî çaxî bê gotûbêjkirinê, dema ku hêzên azêrîya ji têrîtorîya Ermenîstanê derkevin.Derheqa wê yekêda   borcbirê cîgirê serekwezîrê  Ermentstnê Mhêr Grîgoryan gotîye, dema ku xwî bersiva pirsa derheqa elametîya serekwezîrê Adirbêcanêda daye.

-Serekwezîrê Adirbêcanê elam kirîye, wekî pêşnîyara alîyê rûsa, ya derheha helkirina krîzeya li ser sînorê ermenîya-azêrîya, bona Adirbêcanê ya qebûlkirinêye. Gelo tabîya alîyê ermenîya kîjane?

-Bona Ermenîstanê pêşnîyarên rûsaye derehaqa helkirina pirsgirêka li ser sînorê ermenîya-azêrîya yên qebûlkirinêne û derheqa vê yekêda alîyê ermenî bi nivîsar derheqa wê yekêda raberî hevkaryên Rûsîyayê kirîye.Rastkirina xalên li ser sînor tenê piştî derxistina eskerê Adirbêcanê dikare bê gotûbêjkirinê.Nava wê hemtêkstêda me usa jî derheqa paşdavegerandina dîlên ermenîda daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button