Sereke

Nîkol Paşînyan, anegorî lêpirsîna, şuxulkarê bi rêytînga here bilinde, lê neqewînbûna sîyasî xemgînîya here mezine: lêpirsîn

Anegorî encamên lêpirsîna înstîtûta Komarêye navnetewî, borcbirê serekwezîrê  Ermenîstanê Nîkol Paşînyan şuxulkarê sîyasîyî bi rêytînga bilinde.Wextê lêpirsînê 16 selefê binelîya gotîye wekî fikira wane  derheqa Paşînyanda  “gelekî başe”, 29 selefî gotîye ku fikir “başe”, 13 selefî gotîye “xirabe” 2O selefî jî gotîye “ gelekî xirabe”.

 Cîhê sêemda serokê parlamêntê Ararat Mîrzoyane. Lêpirsîna derheqa wîda daye dîyarkirinê, wekî pênc selefî çawa “gelekî baş” qîmet kirîye, lê 35 selefî jî “baş” qîmet kirîye.

Lêpirsîna derheha serokê  Ermenîstanêyî seem Robêrt Koçaryanda daye dîyarkirinê, wekî pênc selefî çawa “gelekî baş” qîmet kirîye, 15 selefî “ gelekî baş”, 16 selefî   “xirab”, 42 slefî “gelekî xirab” qîmet kirine.

Anegorî lêpirsînê 72 selefê bijarvana hazir dibin 2O-ê hezîranê tevî hilbijartinên parlamêntîyê bibin. 14 selefî gotîye, wekî wê tev nebin. 55 selefî gotîye, ku naxwezin bidine kifşê, ku wê dengê xwe bidine kê, 26 selefî gotîye wê dengê xwe bidine partîya peymana Sîvîl. 26 selefî daye dîyarkirê,  wekî wê dengê xwe nedine partîya Ermenîstanêye Komarê, 18 selef wê dengê xwe nede Ermenîstana gulvedayî, 18 selef jî wê dengê xwe nede peymêna Sîvîl.

Pirseke welête girîng jî ji alîyê 12 selefîda tê hesabê, wekî halê sîyasî qewîn nîne, 11 selef dibêje, ku pirsa girîng ya dîlaye, lê 11 selef jî dibêje, wekî bêxebatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button