Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstan”-ê: şuxulkarî halê edil têra dibîne

“Van roja her dem derheqa sînorê ermenîa-azêrîyada, derheqa rastkirina sînorda xeberdan diçin.Ev şuxulkarî bi cûrê navnetewî hatîye rastkirinê û pêşîya wê yekê gerekê xebitandina qewatê neyê mîyaserkirinê. Dêmek, dêlîmîtasîya û dêmarkasîya tiştekî xirab nîne, lê ew yek şuxulkarîya edil têra dibînin, lê Adirbêcan roj bi roj diha agrêsîv dibe. Pêşezan şirove dikin, wekî dêlîmîtasîya xebata ofîsêye, wextê ku pêşda li ser kaxez sînor tê kişandinê, wextê kîjana xerîte tên qirarkirinê. Piştî vê yekê dêmarkasîya tê kirinê, dema ku li deştê sînor tê îzbatkirinê. Ev şuxulkarî xebata salaye û ew xebata pêşezanekî, yan jî serwêrtîkê nîne. Wextê qisa tevî rojnamê, wekîlê înstîtûta gêodêzîyayê û xerîtekişandinê,  Şahên Şahînyan gotîye, wekî dêlîmîtasîya  û dêmarkasîya bi hevraqayîlbûna dualî tê kirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button