Sereke

Şer tûrîzm daye tengkirinê: alî hatine guhartinê, zêde û kêm bûne

Koronavîrûsê û paşê jî şêr goveka Ermenîstanêye tûrîzmê dane guhartinê. Nava encamên wê yekêda alîyên tûrîzmêye eyan hatine guhartinê û yên nû zêde bûn, lê Ermenîstan dîsa bona tûrîzmê balkêşe. Derheqa wê yekêda serokê komîtêya tûrîzmê Alfêrêd  Koçaryan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava hersê mehên salêye ewlinda 86 hezar tûrîst hebûne, lê meha nîsanêda ew hejmar gihîştîye 42 hezarî, lê pêşerojêda ew hejmar wê zêdebin. Bi gotina serokê komîtêya tûrîzmê, hatina tûrîsta hîmlî ji Rûsîyayêye.Hatîye dîyarkirinê, wekî ev yek girêdaîye sînorkirinên avropîra.Hatîye dîyarkirinê, wekî heger rêklam rast bêne raberkirinê, Ermenîstanê mînanî berê bona tûrîstên bîyanî balkêşbe. Pêşezanên wê govekê didine dîyarkirinê, wekî tûrîzm tê dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button