Sereke
Serokkomar emirnivîsar îmze kirîye, anegorî kîjanê Ara Ayvazyan ji qulixa serokê wezîreta karên der aza bûye
Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan emirnivîsar îmze kirîye, anegorî kîjanê borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan ji qulix xwe hatîye azakirinê.
Em bîr bînin, wekî 27-ê gulanê Ara Ayvazyanê ku erza xwe raber kiribû, bona ku ji qulixê dûrkeve, menîyên dûrketina xwe dabû dîyarkirinê: “Menîya dûrketina min rûyê wê yekêdane, wekî tu kes bira şikber nîbe wekî wezîret nikare wan fikirara qayîlbe, yên ku dikarin dijî dewletê û berjdewandîyên dewletêbin”.