Fransîya li rex Ermenîstanêye, hûn dikarin niha û pêşerojêda jî gumana xwe bidine ser wê yekê: hevdîtina Nîkol Paşînyan û Jêrar Fêran derbaz bûye /vîdêyo/
Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan nava doranên seredana li Fransîyayê rastî serokê parlamênta Fransîyayê Jêrar Fêran hatîye.Jêrar Fêran seredana Nîkol Paşîyane li Parîzê silav kirîye, roja bûyîna wî pîroz kirîye û bo wî açixî xwestine. Nîkol Paşînyan bona qebûlkirina germ razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstanê nava hemû wededa piştgirîya Fransîyayê texmîn kirîye.
“Gilî ne tenê derheqa şuxulkarên sîyasîdane. Mehekê pêşda li Ermenîstanê lêpirsîn hatibû derbazkirinê û pirs dabûn ku kîjan welatî hesab dikin çawa dosta Ermenîstanê. Piranîya wan meriva Fransîya hesab kiribû çawa dosta Ermenîstanê. Em hewaskarin ku hazirîya Fransîyaêye li Ermenîstanê diha mezinbe”,- Nîkol Paşînyan gotîye û berfirehbûna bîznêsa fransîye li Ermenîstanê girîng hesab kirîye. Borcbirê serekwezîr daye dîyarkirinê, wekî nava heleqetîyên dualîda beşa êkonomîkî gerekê diha giranbe.