Sereke

Hêzên Adirbêcanê gerekê ji têrîtorîya Ermenîstana serbixwe derkevin: Makron /vîdêyo/

Ermenîstan  rastî krîzeya bêqezîyabûnê hatîye, lê Fransîya li ser wê  tabîyêye ku li herêmê aşîtî  îzbatbe. Derheqa wê yekêda serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron pêşîya hevdîtina tevî borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, wextê axaftina xwe, gotîye.

“Fransîya hazire nava vê pirsêda alî bike, û berî her tiştî gilî derheqa merivên dîlhildayîdane, usa jî derheqa bêqezîyakirina topraxên mînkirîdane.Parastina mîrata çandî   jî girînge. Him mîrata mehmedîyê, him jî mîrata mesîhîtîyê, gerekê bêne parastinê. Çawa hemsedira koma Mînskê, borcê Fransîyaêye ku hemû tiştî bike, ku alî negihîjine êskalasîyayê û dîyalog îzbatbe”,- serokê Fransîyayê gotîye.Êmanûêl Makron daye dîyarkirinê, wekî cudakirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê gerekê bi rîya dîyalogê bê mîyaserkirinê û tu cara gerekê qewat neyê xebitandinê.

“Hêzên Adirbêcanê gerekê ji têrîtorîya Ermenîstana serbixwe derkevin û ez bangî alîya dikim, ku ew paşda vegerine li ser tabîyên pêşda”,- serokê Fransîyayê gotîye. Makron gotîye, wekî nava vî halê giranda Fransîya her dem li rex Ermenîstanêye.

“Nava vî halê giranda Fransîya li ser wê tabîyêye wekî li herêmê aşîtî  îzbatbe”,- Makron gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button