Sereke

Li wezîreta Brîtanîyayêye karên der derheqa halê li ser sînorên ermenîya-azêrîya dane dîyarkirinê

Em bi kûrayî xemgînin, girêdyî halê sertî li ser sînorra. Derheqa wê yekêda wezîrê dewletê, yê Brîtanîyayêyî alîyê pirsên cînartîya avropî û amêrîkayê  Vêndî Morton gotîye.

«Brîtanîya Mezin bang dike ku herdu alî jî lez eskerên xwe bidine derxistinê, ji êskalasîyayê dûr bimînin û bêyî qewil- qirara derbazî  hevraxeberdanabin»,- Morton rûpelê xweyî Twittêrêda nivîsîye.

Feqet nava elametîya Mortonda tiştek femdarî nîne, çimkî hêzên Ermenîstanê li ser têrîtorîya Ermenîstanêne û ew sînorê Adirbêcanê neteribandine bona ku niha ew paşda vekişin. Tabîya Brîtanîyayê her dem jî ya yekalî bûye. Li Adirbêcanê bîr kirine wekî hêzên azêrîya bi neqanûnî ketine têrîtorîya Ermenîstanê û eva îdî hevtîya sisîyaye ku ew binelîyên li ser sînor têror dikin, li ser fona bêdengîya civaka navnetewî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button