Sereke

Xebatên koma sêalîye bona pirsa vekirina rîya berdewam nabin

Xebatên koma sêalîye bona pirsa vekirina rîya, ya bi sedirtîya cîgirên serekwezîrên Ermenîstnê, Rûsîyayê û Adirbêcanê berdewam nabin. Derheqa wê yekêda borcbirê cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan gotîye.

«Roja îroyîn ew xebat berdewam nabin. Min gelek cara elam kirîye, wekî ew xebat wê wî çaxî kardarbin, heger hal qewînbe. Nava halê nihada ez nafikirim, wekî dikarin xebata kardar mîyaserkin. Pêwandîyên nava wê dîyalogêda van dawîya hatine teribandinê»,- Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button