Sereke

Advokat:Adirbêcan hindava Ermenîstanêda êkspansîyayê mîyaser dike

Adirbêcan hindava Ermenîstanêda êkspansîyayê mîyaser dike. Derheqa wê yekêda advokat, pêşezanê mafê navnetewî, Ara Gazaryan gotîye. Gazaryan daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan hazir nabe derbazî ser rasta çêkirinê bibe, lê dicêribîne statûs-kivoyê xweyke, bi hesabhildana tabîya xweye leşkerî û gêopolîtîkî. Ew dicêribîne rojeva feş sazke û usa bike, wekî dinîya tabîya wê çawa hîm qebûlke. Hema wî cûreyî jî ewê wî çaxî usa kir, dema ku meha kanûnê paşdaanîna girtîya da sekinandinê. Adirbêcan beşeke girtîya dide xebatê, ku ji wana înformasîyayê bistîne û paşê berbirî mehekema Avropayêye Mafên Mêriv bibe ku dijî ermenîya hukum sazbe, lê beşa girtîyaye mayîn jî bona hukumkirina li ser Ermenîstanê xweyî dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button