Sereke

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv, girêdayî xeberdanên Elîyêve dijî ermenîyara, berbirî serokê OHBA û hemsedirên koma Mînskê bûye

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv, girêdayî xeberdanên Elîyêve dijî ermenîyara, berbirî serokê Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê û hemsedirên koma Mînskê bûye. Derheqa wê yekêda ewî rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.

“Serokê Adirbêcanê 2O û 28-ê gulana sala 2O21-ê bi xeberadanên xweva pêşda hatîye, yên ku şedetîya sîyasîya dijminatîya dijî ermenîya didine kifşê. Ew beşên ku dijminatîyê didine kifşê, min şandine serokên organîzeya avropî û hemsedirên koma Mînskêra.Nava axaftinên xweda serokê Adirbêcanê bi zimanê qewatê û gefxwerina xeber dide, xeberên usa dide xebatê, bi kîjana cimeta ermenî, Ermenîstanê û binelîyên Arsaxê bêhurmet dike, nava civaka ermenîda hale sert pêşda tîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button