Sereke

Cîgirê wezîr: serokatîya Ermenîstanê hîvîdare, wekî bona xebitandina stansîya atomîye li Mêsamorê wê dîsa lîsênzîya deh sala bê dayînê

Serokatîya Ermenîstanê hîvîdare, wekî bona xebitandina stansîya atomîye li Mêsamorê, wê dîsa lîsênzîya deh sala, hetanî sala 2O31-ê, bê dayînê. Derheqa wê yekêda, wextê civîna parlamêntê, cîgirê wezîrê serkarîkirina têrîtorîya Hakob Vardanyan gotîye.

“Bi gotina wî, li stansîya Ermenîstanêye atomî îdî xebat tên mîyaserkirinê.

“Bona gotûbêjkirina pirsêye tevî alîyê rûsa rojev îdî hazire bona ku wedê xebitandina stansîyayê bi deh sala bidine dirêjkirinê.Bi fikira min, organa anegor wê lîsênzîya hetanî sala 2O31-ê bide, bi wî qewilî, wekî piştî sala 2O26-a cêrge xebat wê bêne mîyaserkirinê, navnîşa kîjana îdî hazir dibe”,- cîgirê wezîr gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî xêncî pêşezanên rûs, li stansîya atomî usa jî hevaltîya Çêxîyayêye  Skoda  xebatên têknolocî mîyaser dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button