Hukumata Ermenîstanê tu pirseke bi “fikirdarîya sivderê” gotûbêj nekirîye, gotûbêj nake û wê gotûbêj neke: Paşînyan
Hukumata Ermenîstanê tu pirseke bi “fikirdarîya sivderê” gotûbêj nekirîye, gotûbêj nake û wê gotûbêj neke. Derheqa wê yekêda borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê êvarîya partîya xweye pereberevkirinê gotîye.
“Pirsa here girîng çareserkirina bêqezîyabûna meye dere. Em gerekê bidine kifşê, wekî çareserkirina bêqezîyabûna meye der pirsa here mezine û em gerekê çend alîya bidine xebatê: dîplomatîya me û sîyasîya meye der, lê ya duem, werguhastinên nava hêzên meye sîlihkirîda, sazkirina eskerê profêsîyonale”,- Paşînyan gotîye û daye dîyarkirinê,wekî eskerê profêsîyonal gerekê tevî eskerên mayîn şaş nekin. Ewî gotîye, wekî dereca hazirîya leşkeraye şerkarîyê gerekê bilindkin. Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî elametîya 9-ê mijdarê beşeke çareserkirina bêqezîyabûna Ermenîstanêye û hemû tişt gerekê bê kirinê, ku borcdarîyên hildayî gerekê bêne mîyaserkirinê. Bi gotina Paşînyan, hukumata Ermenîstanê fikirdarîya sivderê ne gotûbêj kirîye, ne gotûbêj dike û ne jî wê gotûbêj bike.