Sereke

Nîkol Paşînyan bona Ermenîstanê mecala pêşkeftina edil têra dibîne

Bona pêşkeftina Ermenîstanêye bi rîya edil dewraneke nû vebûye, bona ku cimeta ermenî bikaribe aza bijî û li welatê xwe biefrîne. Derheqa wê yekêda, wextê kampanîya hilbijartina, borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

“Bi gotina edilayî, meriv gerekê ne tenê aşîtîya der, lê usa jî  gerekê ya hundur fem bike.Em gerekê bêjin, wekî hilbijartinên 2O-ê sala 2O21-ê hema bona wê yekêne, ku edilaya hundur bidine dasekinandinê.Bijarvan gerekê herine cîhên hilbijartina û bibijêrin.Ew gerekê bona wê yekê tevî hilbijartina bibin, ku li Ermenîstnê diz û talançî tunebin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button