Sereke

Wezîrên Rûsîyayê, Fransîyayê û Almanîyayêye karên der halê li Qerebagê gotûbêj kirine

Wezîrê  Fransîyayêyî karên der Jan Îv Lê Diryan û wezîrê Almanîyayêyî karên der Hayko Maas, wextê axaftina bi têlefonêye tevî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov,  halê li  Ûkraînayê, Qerebagê û li ser sînorên ermenîya-azêrîya gotûbêj kirine.Nava cêrga gotûbêjkirinada halê li ser sînorên ermenîya-azêrîya û Qerebagê hatine gotûbêjkirinê.Wezîra dane dîyarkirinê, wekî xweyîkirina rêjîma agirbestê û helkirina hevraqayîlnebûnên  sîyasî-dîplomatî pêwîste.Alîyê rûsa daye dîyarkirinê, wekî her tevbûneke teşkîletên navnetewî tenê bi qayîlîya Bekûyê û Yêrêvanê dikare bibe.Wezîreta Fransîyayêye karên der elam kirîye,wekî Jan Îv Lê Diryan derheqa cedandinên Fransîyayêye bona helkirina pirsgirêkên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda daye dîyarkirinê.Bi gotina wezîr, Fransîya hazire nava vê pirsêda tevî Rûsîyayê hevkarîyê bike. Herdu welat jî tevî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hemsedirên koma Mînskêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button