Sereke
Serokê Kurdistanê li Hewlêrê wezîrê Brîtanîyayêyî karên der qebûl kirîye

Wezîrê Brîtanîyaêyî karên der Domînîk Raab li Hewlêrê rastî serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatîye. Piştî hevdîtinê prêss-konfêransa tevayî derbaz bûye, wextê kîjanê Nêçîrvan Barzanî gotîye, wekî hevraxeberdan pêşkêşî heleqetîyên dualî û yên Hewlêrê û Begdayê kirine. Xebedan usa jî derheqa şerê dijî têrorê çûye. Nêçîrvan Barzanî derheqa girîngîya hevkarîya di navbera Hewlêrê û Londonêda bîr anîye, û daye kifşê wekî Brîtanîya Mezin roleke girîng nava sazkirina zona bêqezîyabûnêye bona parastina kurdaye ji Sedem Husêyn lîstîye.
“Seredana mine li vir derheqa dostîya dîrokîyda dide kifşê. Em bi wê yekêva firnax dibin, wekî em hevalkarên Kurdistana Îraqêne”,-Domînîk Raab gotîye.