Sereke

Bûyara minva girêdayî dide kifşê, wekî serokatîya Adirbêcanê hindava ermenyên dinîyayêda li ser dereca qebûlkirinêye sifire: N. Arûstamyan

Rojnamevanê kanala têlêvîzîyonêye   “Мatç TV” -ê Nobêl Arûstamyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye: “Piştî şerê Arsaxê, piştî çend meha Adirbêcana  fermî her dem elam dike, wekî gerekê nava aramîyêda bijîn. Feqet ew hê ji 2OO-î zêdetir dîlên ermenî li cem xwe xweyî dike, nenihêrî wê yekê wekî piştî şêr cêrge pevketin hatine  qebûlkirinê.Bûyara min dide kifşê, wekî dewleta Adirbêcanê û serokatîya wê hindava ermenîyên temamîya dinîyayê qebûlkirina sifir didine kifşê. Ez gelek mesela dikarim bînim, wekî merivên ku 25 selefê xwîna ermenî wanda heye, nikarin herine Adirbêcanê.Sport gerekê cimeta nêzîkî hev bike û dinîya gerekê diha qencbe. Miletî nava vê yekêda gerekê neyê hesabhildanê. Mixabin, hene welat yên ku qîmetîyên wî cûreyî qebûl nakin”.Wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê elam kirîye, wekî wanra li hev hatîye ku rojnamevanê kanala têlêvîzîyonêye  “Мatç TV”-ê Nobêl Arûstamyan bikine nava navnîşa rojnamevanên wextê lehca fûtbolêye avropî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button