Sereke

Ne ku temamîya xerîtên axa mînkirîye li Axdamê, lê beşeke wan xerîta dane azêrîya: Çaxoyan

Cîgirê serokê admînîstrasîya serokwezîrê Ermenîstanê Taron Çaxoyan rûpelê xweyî Fêysbûkêda nivîsîye:

“Bi armanca aşîtîyê, bêqezyakirina mînaye hûmanîtarî, çawa bersiva azaberdana 15 dîlên ermenîye ji alîyê Adrbêcanêda, ne ku temamîya xerîtên axa mînkirîye li Axdamê, lê beşeke wan xerîta  dane azêrîya.Li cem alîyê ermenî xerîtên axa mînkirîye bi 100 000 a mina hene. Çawa ku Nîkol Paşînyan gotîye, ew xerîte dane Adrbêcanê, kîjanada ew ax hatîye dîyarkirinê, yên ku niha li piş azêrîyane. Paşînyan gotîye, wekî vê yekê gerekê çawa pevguhartin hesab nekin, lê gerekê çawa bersiva îzbatkirina aşîtîyê, ya bi meremê bêqezyakirina mînaye hûmanîtarî û azaberdana 15 dîlên ermenî hesabkin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button