Sereke

Nîkol Paşînyan li Çambarakê derheqa pirsên bêqezîyabûnêda xeberdaye

Pirsgirêka girêdayî halê Sotkê- Xoznavarêra, gerekê bi rîya edil bê helkirinê. Derheqa wê yekêda wextê hevdîtina tevî cimeta Çambarakê, borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye. “Van roja em tevî Rûsîyayê nava hevkarîya aktîvdanin. Em gav bi gav berbi helkirina pirsê diçin”,- Nîkol Paşînyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew bi aktîvî tevî hevkarên navnetewî dixebitin. Nîkol Paşînyan usa jî daye dîyarkirinê, wekî xêncî xebatê ew tevî hevkarên navnetewî nava helkirina pirsên bêqezîyabûna Ermenîstanêda pêşxistina esker têra dibînin. Bi gotina wî esker gerekê yê profêsîyonalbe û sîlihên wî gerekên yên başbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button