Sereke

Rojnama “Kormara Ermenîstanê”: hukumên li ser Bekûyê bona îzinnedayîna provokasîyayên li ser sînor

“Halê sertî li ser sînrorê Ermenîstanê û Adirbêcanê roj bi roj diha mezin dibe. Heger hetanî wî çaxî bûyarên li ser sînor di navbera hêzên sînorxweykirda diqewimîn, roja îroyîn agirbarandin diqewimin. Ew yek tiştekî nêzîkî aqilaye, çimkî di navbera herdu welatada şer teze xilaz bûye û nava qewilên dêmarkasîya sînorada bûyarên wî cûreyî wê biqewimin. Li vir tiştê xemgînîyê ewe, wekî hejmara wan bûyara lez zêde dibe.Agirbarandina dawî wî çaxî qewimîye, wextê ku hêzên  ermenîya îzin nedane ku hêzên azêrîya xebatên înjênêrîyê mîyaserkin, çimkî wana sînor teribandîye. Ev yek dide kifşê, ku heger Bekûya fermî kirinên provokasîyon dîsa li ser sînorê Ermenîstanê mîyaserke, wî çaxî ewê bersiva anegor bistîne, rûyê çida halê sert wê dîsa pêşda bê, û cabdarîya wê yekê wê li ser Adirbêcanêbe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button