Sereke

Êrdogan li Şûşîyê dijî Rûsîyayê elametî belav kirîye

Seredana serokê Tirkîyayê Êrdogane li bajarê Şûşîyê bi îmzekirina dokûmêntêva hatîye ber çeva, bi kîjanê derheqa hazirîya Tirkîyayêye li herêmê û sîyasîya nûda hatîye gotinê. Serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokê Tirkîyayê Êrdogan wa gotî dêklarasîya Şûşîyê îmze kirine.

Êrdogan û Elîyêv dora pirsa sereke pevketine, ya derheqa heleqetîyên xweye tifaqdarîyêda. Hatîye dîyarkirinê, wekî ew bi guhdarî nêzîkî mîsîya aşîtîparêzên rûse li Qerebagê dibin. Ew dibêjin, wekî ew piştgirîyê didine hevkarîya tevî aşîtîparêzên rûs. Bi vî cûreyî Tirkîya eşkere dibêje ku ewê eskerên xwe li Qerebagê cîhwarke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button