Sereke

Eskerên Adirbêcanê gerekê ji sînorên Ermenîstanê derkevin: Paşînyan

Eskerên Adirbêcanê gerekê ji sînorên Ermenîstanê derkevin. Derheqa wê yekêda kandîdatê serekwezîre ji partîya “Peymana sîvîl” Nîkol Paşînyan, li Sîsîyanê gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî fikira vî cûreyî ji alîyê civaka navnetewîda tê parastinê.

“Em tevî hevalkarên xweye rûs nava tevgirêdanadanin û gotina me ewe, wekî bi dirêjaya sînor gerekê sînorxweykirên rûs bêne cîhwarkirinê.Li wir gerekê rastkirina sînora bê mîyaserkirinê”,- Paşînyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava encamên wê yekêda hêzên Ermenîstanê û Adirbêcanê gerekê paşda vegerine li cîhên xweye berê. Ewî usa jî gotîye, wekî bi wî cûreyî cêribandin tê kirinê, ku hukumî ser encamên hilbijartina bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button