Sereke

Dêklarasîya Şûşîyê: statûs-kivoya nû li herêmê

Serokên du welata dixwezin   herêma Qafqasîya başûr bikine herêma aşîtîyê , ya ku van axirîya ji  alîyê wan herdu welatada bibû dika şêr. Serokê Tirkîyayê Receb Tayb Êrdogan rojekê pêşda gotibû, wekî Rûsîya jî li ser wê tabîyêye. Bi gotina Robêrt Gêvondyanê sîyasîzan, nava halê pêşdahatîda dikarin hetanî Ermenîstanê jî bona cînartîya edil bidine borcdarkirinê, heger ew yek anegorî berjewandîyên Rûsîyayê û Tirkîyayêye.Fikira derheqa aşîtîyê û hevakarîyêda tiştekî girînge, lê ew rê dikare bona me ya tunebûnêbe. Derheqa wê yekêda Rûbên Safrastyanê tirkzan gotîye. Bi gotina wî, ew yek dikare tenê wî çaxî bibe, wextê ku sîyasîya tirka- azêrîya bê sekinandinê û ew nexwezin tabîyên xwe kîsî Ermenîstanê û Arsaxê bidine qewînkirinê. Safrastyan gotîye,wekî niha Tirkîya dicêribîne li Herêmê hukumê xwe bide qewatkirinê.Robêrt  Gêvodyanê sîyasîzan jî dibêje, wekî hevkarîya tirka- azêrîya bi dêklarasîyayê dicêribîne li dinîyayê bide kifşê, wekî li herêmê statûs-kivoya nû heye, ya ku li ser hîmê nêzîkbûnên lîstikçîyên hîmlî hatîye sazkirinê.Rûbên Sfrastyanê tirkzan jî daye dîyarkirinê, wekî vî cûreyî ew dicêribînin  Şûşîyê bikine sîmvola wê yekê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button