Sereke

Dêklarasîya ji alîyê serokên Tirkîyayê û Adirbêcanêye li Şûşîyê îmzekirî, tiştê gunehkarkirinê û provokasîyone: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der girêdayî dêklarasîya serokên Tirkîyayê û Adirbêcanêra şirovekirin belav kirîye. “Wezîreta Ermenîstanêye karên der îdî bi elametîyêva pêşda hatibû, kîjanêda seredana serokên Tirkîyayê û Adirbêcanêye tevaîye li Arsaxê gunehkar kiribû û ew yek nav kiribû çawa provokasîya dijî aşîtî û bêqezîyabûna herêmê. Bi wî cûreyî dêklarasîya ji alîyê serokên Tirkîyayê û Adirbêcanêda îmzekirî tiştê gunehkarkirinê û provokasîyone. Gotina “sivdera Zangêzûrê” ya ku nava dêklarasîyayêda hatîye dîyarkirinê, şedetîya wê yekê dide, wekî li ser hîmê agrêsîya dijî cimeta Arsaxê û cezanekirina xirabkarîyên bi massayî, Tirkîya û Adirbêcan pevketina dest tînin, yên dijî yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê.Ew yek jî tiştê xemgînîye, wekî herdu welat pevketine dijî naskirina komkujîya Ermenî hevkarîyê bikin”,-nava elametîya wezîretêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button