Sereke

Hukumata Ermenîstanê wê fikira derheqa sivderêda gotûbêj neke: Paşînyan

Hukumata Ermenîstanê tu fikireke derheqa sivderêda gotûbj nekirîye, gotûbêj nake û wê gotûbêj neke. Derheqa wê yekêda, wextê mîtînga partîya “Peymana sîvîl”, borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye. Bi gotina wî xalên elametîya pêşdakişandî, mîyaserkirina wan, wê ne tenê bona Ermenîstanê, lê usa jî bona temamîya herêmê kardarbe û ewê dergehên berfireh bona aşîtîyê, qewînbûnê û pêşkeftina wededirêj veke.Paşînyan usa jî derheqa bernama pênc salada daye dîyarkirinê û gotîye, wekî ew têra dibînin 26OO kîlomêtr rê çêkin, çêkirina 15 imabrên avê  ser hevda bînin, rîya hesinîye tevî Rûsîyayê, Îranê bidine çareserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button