Sereke

Dêlêgatên ji Yektîya Avropayê li ofîsa HDP-êye li Îzmîrê qesidîne

Kuştina Dênîz Poyrazê, ya ku 17-ê hezîranê, nava encamên êrîşa li ser partîyayêye li Îzmîrê qewimîye, dîsa rêaksîya sîyasetmetdarên dinîyayê pêşda tîne. Dêlêgasîyake ji Avropayê çûye ofîsa HDP-êye li Îzmîrê, nava kîjanêda bûne dîplomatê alman Nîkolaûs Mêyêr Landrût, konsûltantê Yektîya Avropayêyî pirsên prêssayê Mîray Akdag, serokê dêlêgasîya Yektîya Avropayê Alêksandr Frîkê, seroka projeya dêlêgasîya Yektîya Avropayê Lîza  Wêstlîng. Dêlêgasîya ji Avropayê ji alîyê parlamêntvanê ji HDP-ê Mûrad Çapin, hemsedirên partîyayêye li Îzmîrê Besirîyê Hakgyûr, û Qadir Badûrda hatine qebûlkirinê. Endamên dêlêgasîyayê serxweşî dane malbeta keça kurd û HDP-ê. Endamên dêlêgasîyayê ew kirin gunehkar kirine.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button