Komîsîya bona lêpirsîna pirsên şerê Arsaxêyî 44 -roje hatîye sazkirinê: îşên vekirî hene
Anegorî fermana wezîreta Ermenîstanêye parastinê, komîsîya sazkirî, ya bona lêpirsîna pirsên şerê Arsaxêyî 44- roje aktîv dixebite. Derheqa wê yekêda serokê ştaba hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî Artak Davtyan gotîye rojnamevana.
“Komîsîya îdî aktîv dixebite. Cêrge îşên mehkemê hatine vekirinê. Ez pêşnîyar dikim, hîvîya encamên wan îşa bisekinin”,-Davtyan gotîye.
Çawa bersiva wê yekê ku him Hadrût û him jî Şûşî gelekî rihet ketine bin kontrola dijmin, serokê ştaba sereke gotîye, wekî hêsa û dijwar tenê dijmin dikare bêje.
“Em lêkolîn dikin, ez nafikirim wekî nava wedê kurtda emê bersiva wê pirsê bidin, çimkî nava wan hemû bûyarada meriv hene, yên ku gerekê li ber cabdarîyê bisekinin. Feqet me meremê usa danenîye ku kesekî gunehkarkin bona ştaba sereke, wezîreta parastinê pirsa hildana dersa ye”,- Davtyan gotîye.