Sereke

Wekîlê parlamêntêyî fînansî:blokên şihîya hukumî li ser Kazimî dikin, dewê dikin ku beşa byûcêya Kurdistanê neşînin

Wekîlê fînansî, yê komîtêya parlamênta  Îraqê Ahmed Al Sefer gotîye, wekî  piranîya blokên şihîyaye nava parlamêntêda hukumî li ser serekwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî dikin, dewê dikin ku  ew bêyî xebitandina qanûna 11-ye derheqa byûcêyêda, pera neşînine Kurdistanê. Sefer gotîye wekî merem ewe, ku para byûcêya Kurdistanê neşînin û daye dîyarkirinê, wekî piranîya bloka pirsa şandina peraye li Kurdistanê bona manîpûlyasîya û propagandayêye bona stendina dengaye wextê hilbijartina didine xebatê. Ewî derheqa axaftina bi têlefonê, ya serokê herêma Kurdistanê û serekwezîrê Îraqêda daye dîyarkirinê û elam kirîye wekî Mesrûr Barzanî hîvî kirîye ku herêmêra 2OO mîlîyard dînar deynî bişînin bona ku komîtêyên têknîkî, yên Begdayê û Hewlêrê bighîjine hevraqayîlbûnê.

“Perên ku gerek bêne şandnê hetanî wî çaxî wê bibin deyn, hetanî ku qanûna konstîtûsîyayêye 11-a neyê xebitandinê”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button