Sereke

Serekwezîrê Kurdistanê rastî wekîlê ŞAY-yî koalîsîyona navnetewî hatîye

Serekwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr  Barzanî li Hewlêrê rastî borcbirê wekîlê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî pirsên koalîsîyona navnetewî, Con Godfrî hatîye bona ku pirsên di navbera pêşmerga û hêzên îraqîye bona şerkarîya dijî DAÎŞ-ê gotûbêj bikin. Con Godfrî xemgînîya xwe girêdayî aktîvbûna DAÎŞ-ra daye dîyarkirinê. Ewî gotîye, wekî pêwîste ku piştgirîya hêzên pêşmerga û eskerên Îraqêda berdewam bikin bona ku pirsên bêqezîyabûnêye  li welêt bêne helkirinê. Mesrûr  Barzanî sirîya xweda gotîye, wekî merkezên koordînasîyone tevayî, yên di navbera pêşmergên Kurdistanê û eskerên Îraqêda tên hesabê çawa gavên bona zeftkirina qezîya DAÎŞ-ye li herêmê. Serekwezîr bona piştgirîya koalîsîyona hindava pêşmergada razalixî elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button