CîhanSereke

Têlêvîzîyîona îtalî derheqa Tûmoya ermenîda raber kirîye

Têlêvîzîyona îtalîye   Rai4 -ê nava progirama xweye  Wonderland-da  22-ê hezîranê rêportaja derheqa  Tûmoyêda raber kirîye.Xudanên rêportajê dane dîyarkirinê, wekî bi cêografî Ermenîstan alîyê Asîyayêye, lê alîyê çandêda koka Ermenîstanê ya  avropî tê hesabê, ya ku ji kûraya dîroka hezarsale tê.

“Piştî hilweşîna  Yekîtîya Sovyêtê, ji sala 1991-da Ermenîstanê serbestî dest anîye. Bi sedsala ew li ser rêyên  Rojavayê û Rojhilatêye kirîn-frotanê bûye”,-xudanên rêportajê dane dîyarkirinê.Hatîye gotinê, wekî ji sala 2O11-da li Yêrêvanê merkeza têknolocîyaye Tûmo hatîye sazkirinê, li kîderê xort  û keçên  ji 13-a hetanî 19- salî  belaş  dixîwînin. Rojnamevana tevî serokatîya merkezê xeberdane, yê ku daye dîyarkirinê, wekî vî cûreyî mecalê didine xwendikara ku li cem wan têknolocîyên nû û dîzaynê hînbin.Ewî daye dîyarkirinê, wekî tevî geleka hevkarîyê dikin û gelo wê mecal hebe ku Tûmoyê derbazî Îtalîyayêkin. Hevkarî usa jî li Portûgalîyayê û Fransîyayê , usa jî bajarên mayîn berdewam dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button