Sereke

Mînakên dironên wedê niha raberî wezîrê parastinê kirine

Borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Harûtyûnyan li cêrge hevaltîyên senaya leşkerîye ku çêkirina dirona û mecalên radîyoêlêktronîva mijûl dibin, qesidîye.Borcbirê wezîr li wandera gerîyaye û nasîya xwe daye şuxulkarîya hevaltîya û projeyên wan. Li wir mînakên dironên wedê niha hatine raberkirinê. Wextê seredanê, alîyên pêşkfetina senaya leşkerî hatine gotûbêjkirinê. Vagarşak Harûtyûnyan bi razîbûn daye dîyarkirinê, wekî  nava wedê dawîda şuxulkarîya hevaltîyên senaya leşkerî aktîv bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button