Sereke

Serekwezîrê Kurdistanê bang kirîye, ku “bersiva” êrîşên dironaye ser Hewlêrê bidin

Serekwezîrê Kurdistanê bang kirîye, ku “bersiva” êrîşên dironaye li ser Hewlêrê bidin, û serda zêde kirîye, wekî tenê gunehkarkirin “bes nînin”.

“Ez spasîyê wan hemûya dikim, kî ku ev êrîş gunekar kirîye”,- serekwezîr Twittêrêda nivîsîye. “Ev yek bes nîne, gerekê bersiva vê kirina agrêsîv bidin”,- serekwezîr gotîye.Ewî serda zêde kirîye, wekî ev êrîşên têrorîsta hurmeta hukumata fêdêral û serkarîkirinê, usa jî bêqezîyabûna Îraqê dikine bin qezîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button